Daxwaza destpê kirina kempîneke cîhanî dijî Tirkiyeyê tê kirin

dibêjin tirkiye vê demografiya deverê biguhere

Desteya Serokatiya parlementoya Kurdistanê li gel du parlementerên Kurd yên di parlementoya Ewrûpayê de civiya.

Di civînê de desteya Serokatiya parlementoya Kurdistanê û parlementerên Kurd yên parlementoya Ewrûpayê behsa rewş giştî ya deverê û herwiha rewşa Rojavayê Kurdistanê kirin.

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de hate gotin ku Tirkiye dixwaze demografiya deverê biguhere û bi êrîşên xwe yên li gel çeteyên xwe wan deveran wêran dike, jiber vê yekê lazime li ser asta cîhanî kempînek bo zext kirin li Tirkiyeyê bo derketin ji bajarên Kurdî û rawestandina operasiyon û êrîşên xwe were avakirin.