86 hezar xwendekar ji perwerdehiyê bêpar hatin hêştin

herî kêm 20 debistan jî hatine wêrankirin

Hevseroka desteya perwerdehiyê ya Rojava û Bakûrê Sûriyeyê Kewser Dodo diyar kir ku di encama êrîşên Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê bi giştî 86 hezar Xwendekar ji prosesa perwerdehî bêpar hatine hêştin.

Kewser Dodo herwiha diyar kir ku di encama wan êrîşan de bi giştî 810 debistan hatine daxistin û 20 debistanên din jî jiber topbaran û bordimanên Tirkiye û cîhadiyan de wêran bûne.

Dodo anî ziman ku 22 zarok jî ku piraniya wan xwendekarên qonaxa seretayî bûne di encama wan êrîşan de canê xwe ji dest dane.