Cîhadî û artêşa Tirkiyeyê agir bi kempa Eyn Îsa berdan

780 kesên din yên DIŞIê jî azad kirine

Duhê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê piştî azad kirina girtiyên DIŞI û malbetên girtiyên DIŞIê, agir bi kempa Eyn Îsa yaku têde girtiyên DIŞI û malbetên wan diman berdan.

Çavkaniyên nêzî HSDê belav kirin ku di destpêkê de balefirên Tirikiyeyê derdorê kempê bordiman kirine û pişt re jî cîhadî û artêşa Tirkiyeyê ketine nava kempê, 750 endamên malbetên terorîstên DIŞIê azad kirine û agir bi kempê berdane.