Pelosi, Trump bi îxanetê tawanbar dike û dibêje ku toleyên dijî Tirkiyê kêm in

dibêje Trump xiyaneteke mezin kiriye

Seroka Civata Nûnera Nancy Pelosi dîyar kir ku berpirsê bûyerên li Sûrîyê, Serok Donald Trump e û da zanîn ku toleyên dijî Tirkiyê kêm in.

Pelosi ser toleyên dijî Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Pelosi got: Serok Trump rê li ber zêdebûna alozî û bêîstiqrarîya li Tirkiyê vekir. Paketa toleyan ya dijî Tirkiyê, bo rawestandina kêşeya mirovî ya çêbûye, kêm e.

Wê da zanîn ku Trump li Kurdan ‘’îxanet kiriye’’ û diyar kir ku biryarên Trump yên ‘’bêteşe’’ bo îstiqrara herêmê rîskan çêdikin û zararê didin baweriya xelkê ya bi Amerîkayê.

Voa