Pence: Trump ji Erdogan xwest ku li Sûrîyê agirbesteke demûdest ragihîne

dibêje Trump gelek bi tundî li gel Erdogan qise kiriye

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, piştî dîyarbûna hin toleyên dijî Tirkiyê li Qesira Spî ji rojnamevanan re axifî.

Pence da zanîn ku Serok Donald Trump bi Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re axifiye û ji wî xwestiye ku li Sûriyê demûdest agirbestê ragihîne.

Li gor çapemeniya Amerîkayê Pence  diyar kiriye ku Amerîka dagikeriya Tirkiyê ya li Sûriyê hîn zêde nikare tehmûl bike. Em bang li Tirkiyê dikin ku raweste û were ser maseya diyalogê’’

Wî bi berdewamî diyar kir ku Amerîka rê li ber Tirkîyê venekiriye ku ew Sûriyê dagir bike û da zanîn ku Trump bi awayekî pir sert bi Erdogan re axifiye.

Cîgirê Serokê Amerîka da zanîn ku bo operasyona dijî rojhilata bakurê Sûriyê raweste ew dê here Tirkiyê û hin hevdîtinan bike.