Heşda Şebî: Tişta li Sûriyeyê diqewme gelek metirsîdare

dibêje terorîstên DIŞIê bi sêya operasiyonê ketine liv û tevgeran

Cîgirê Serokê çekdarên heşda şebî Ebû Mehdî Muhendis derbarê rewşa Sûriyeyê û operasiyona Tirkiyeyê de diyar kir ku ev bûyerên ku jiber opersiyona Tirkiyeyê ya li Bakûrê Sûriyeyê diqewmin gelek metirsîdarin û ewlekariya Îraq û deverê bi temamî dixin bin metirsiyan.

Ebû Muhendis herwiha eşkere kir ku jiber operasiyona Tirkiyeyê vê hijmareke terorîstên girtî yên DIŞIê azad bibin û ev yek jî vê ewlekariya Îraq û welatên din yên deverê bixe bin metirsiyan.

Nav hatî eşkere kir ku hêzên ewlekarî yên Îraqê li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê tedbîrên pêwîst bo pêşî girtin ji hatina terorîstên DIŞIê bo nava xaka Îraqê stendine.