Lindsey Graham: Em bo toleyên tund yên dijî Tirkiyê dixebitin

dibêje vê dorpêç gelek dijwar bin

Senatorê Komarî Lindsey Graham diyar kir ku ew bo toleyên tund yên dijî Tirkiyê dixebitin.

Graham da zanîn ku ew toleyên nû ji toleyên dijî Îranê vir ve toleyên herî giran bin.

Graham got: Êdî dem hatiye ku Tirkiye, ku êrîşên wê yên dijî Kurdan nayên qebûl kirin, hesabê kiryarên xwe bide.

Wî da zanîn ku ger êrîşên Tirkiyê yên dijî Sûriyê neyên kontrol kirin ewê Rojhilata Navîn bêîstiqrar bimîne û ewê zararê bide Amerîka û hevalbendên wê.

Senatorê Komarî di daxuyanîyeke din de dabû zanîn ku operasyona Tirkiyê dê tenê kêrî Îran, Rûsya û DIŞI were.

Voa