Şêwirmendê Erdogan: Eger artêşa Sûriyê were ser sînor dê şer derkeve

dibêje emê berdewam bin li ser êrîşên xwe û li artêşa Sûriyeyê jî bidin

Tirkiyê hişyarî da Sûriyê û ragihand, ku ew bi bicihbûna hêzên artêşa Sûriyê li ser sînor êrîşên xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê ranawestînin û diyar kir, eger artêşa Sûriyê derbasî navçeyên şer bibe, egera wê yekê heye ku di navbera artêşa Tirkiyê û artêşa Sûriyê de şer derkeve.

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê, Yasîn Aktay da xuyakirin, ew dê li ser êrîşên xwe berdewam bin û hatina artêşa Sûriyê nikare rê li operasyona Tirkiyê bigre.

Yasîn Aktay diyar kir ku Tirkiyê di nava rojekê de biryara operasyonê nedaye, lewma jî rêkeftina di navbera PYDê û hikûmeta Sûriyê de, ti bandorekê li operasyonên wan nake û dê êrîşên wan her berdewam bin.

Aktay got jî, ev rêkeftina di navbera PYDê û Hikûmeta Sûriyê de, nîşan dide ku Şam jî piştevaniya gefa li ser welatê wan dike û Tirkiye jî dê mafê xwe yê parastinê bi kar bîne.