Misir: Lazime Operasiyon were rawestandin

Misir dibêje Tirkiye li hember komên terorîstî berpirsiyare

Hikûmeta Misirê derbarê êrîşên Tirkiye û cîhadiyan de bo ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Hikûmeta Misirê di daxuyaniya xwe de bi awayekî tund ev operasiyona han şermezar û mehkûm kiriye.

Misir herwiha eşkere kiriye ku ev operasiyona han binpê kirina peymanên navnetewî û serweriya axa Sûriyeyê ye û herwiha destwerdaneke dijminkaraneye jiber vê yekê lazime ev operasiyon dem û dest were rawestandin.

Misir herwiha eşkere kiriye ku ji niha û pêde Tirkiye berpirsiyarê yekeme li hember serhildana tevgerên terorîstî li deverê de.