Serokwezîrê Kurdistanê li gel wezîrê derve yê Rûsyeyê civiya

vê geştên raste rast di navbera Hewlêr û Moskowê de destpê bikin

Êwara îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Rûsyeyê civiya û li ser pêgeha xwe derbarê civînê de Serokwezîrê Kurdistanê wisa nivîsandiye;

Êwara îro duşem 7ê Cotmehê me pêşwaziya şandeke bala ya Rûsî ya bi Serokatiya wezîrê derve ya Rûsyeyê Sergey Lavrov kir. Di civînê de me behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û Rûsyeyê û mayîna Serkirdeyê dîrokî yê Kurd Mele Mestefa Barzanî li Rûsyeyê kir û me tekez li ser bihêztirkirina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Rûsyeyê kir.

Giftûgo kirin li ser liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li çend deverên Îraq û Sûriyeyê mijareke din ya vê civînê dû û me derbarê rewşa Sûriyeyê de jî giftûgo kir û me tekez li ser vê yekê kir ku lazime Kurd di pêşeroja Sûriyeyê de xudan rol be.

Di berdewamiya civînê de me behsa diyaloga navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedralî kir û me diyar kir ku giftûgoyên han gehêştin amanc û bi rêkeftinê berdewamin.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey lavrov pesna rola girîng ya hêzên pêşmgerge û Kurd li Îraq û Sûriyeyê di şerê dijî terorîstên DIŞIê kir û amadebûna Rûsyeyê bo pêşkêş kirina her hevkariyek di vê warê de ku pêdivî pê hebe diyar kir.

Lavrov herwiha pesna aramiya rewşa Kurdistanê kir û amadebûna hilbêrênerên Rûsî bo sermayegozarî kirin li herêma Kurdistanê diyar kir û piştgîriya xwe ya geştên raste rast di navbera Hewlêr û Moskowê de diyar kir.