Xamneyî: Neyar dixwazên Îraq û Îran bikin dijminên hev

dibêje vê dijminên me serkeftî nebin

Rêberê Îranê Elî Xamneyî ragihand ku neyarên Îraq û Îranê bi bûyerên wan rojên dawî yên Bexda û derdorê dixwazên di navbera Îraq û Îranê de şereke din çê bikin û Îraq û Îran bikin dijminên hev lêbelê bi ti awayî serkeftî nabin.

Xamneyî eşkere kir ku roj bi roj têkiliyên pir alî yên di navbera Îran û Îraqê de bihêztir dibin û neyarên wan her du welatan jî nikarin tiştek bikin û vê planên wan werin pûçkirin.