Lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî dicive

vê giftûgo li ser bernameya hevpeymaniyê were kirin

Biryare îro careke din lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî yaku bo hilbijartinên parêzgehên Îraqê hatiye damezrandin bicive.

Lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî yaku ji part û aliyên siyasî yên Kurdistanî bo deverên derveya îdareya Kurdistanê hatiye damezrandin, vê îro bicive û di civînê de behsa amadekariyên xwe yên bo beşdarî kirin di hilbijartinên parêzgehên Îraqê de bike.

Di civînê de herwiha giftûgo li ser bername û projeyên lesteya hevpeymaniya Kurdistanî yaku biryare li Kerkûk, Selahedîn û Diyalayê beşdarî hilbijartinan bike, were kirin.