Brîtanya daxwaza demê ji YEê dike

vê çarşemê dîsa bicivin

Li gor nûçeyeke ajansa Reutersê danûstandinên navbera Yekîtiya Ewrûpa û Brîtanyayê yên li ser mijara derketina Brîtanyayê ji YEê didomin û eger lihev nekin vê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson dîsa daxwaz ji YEê bike daku dubare dem bidin vî.

Li gor Reutersê vê roja çarşemê Johnson dîsa li gel rayedarên YEê bicive û pakêcek ku têde behsa çend guhertinan di peymana derketinê de dike, pêşkêşî rayedarên YEê bike û eger ev guhertinên han neyên qebûlkirin vê demê dîsa Johnson daxwaza demê ji YEê bike.