Sirri Sureyya Onder ji girtîgehê derketiye

duhê ji girtîgehê der ketiye

Li ser biryara Dadgeha Destûrî, 26em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyekirina Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê berê yê HDPyê daye û Onder ji girtîgehê derketiye.

Ji ber axavtinên wî yên di dema Newroza 2013ê de doz li Sirri Sureyya Onder, parlamenterê berê yê Enqereyê û li Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doz hatibû vekirin.

26em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di 7ê Îlona 2018ê de 4 sal û 8 meh cezayê girtinê li Demîrtaşî, 3 sal û 6 meh cezayê girtinê jî li Onderî birîbû.

Bianet