Siûdiye: Me ti name bo Îranê neşandiye

dibêje mercên Siûdiyeyê bo diyalogê hene

Wezîrê derve yê Siûdiyeyê bersifa wezareta derve ya Îranê da û got: Siûdiye bi ti awayê namey bo Îranê li ser destpê kirina diyalogê neşandiye.

Wezîrê derve yê Siûdiyeyê Adil Cubeyir diyar kir ku Îranî ji xwe ve gotinan dikin jiber ku me ti nameyek bo Îranê neşandiye û mercên Siûdiyeyê bo destpê kirina diyalogê li gel Îranê hene.

Cuberyir herwiha eşkere kiriye daku Îran dev ji piştgîrî kirina terorê, çê kirina qirîzan û destwerdanî kirin di karûbarên welatên Erebî de ber nede Siûdiye li gel Îranê dest bi diyalogê nake.

Beriya niha wezareta derve ya Îranê ragihandibû ku eger Siûdiye siyasetên xwe biguhere vê demê Îran bi germî pêşwazî ji pişniyara Siûdiye ya bo diyalogê dike.