Yûnan 10 hezar aware vedigerîne Tirkiyeyê

heta sala 2020an tevahiya wan vedigerîne

Duhê duşem civata wezîran ya Yûnanistanê civiya û di civînê de giftûgo li ser rewşa aware û penaberan li Yûnanistanê kir.

Di civînê de biryar hatiye dayîn daku hijmareke zêde ji penaber û awareyên ku li Yûnanê ne, bo Tirkiyeyê werin vegerandin.

Li gor biryara civata wezîran ya Yûnanê vê heta sala 2020an 10 hezar aware bo Tirkiyeyê werin vegerandin.

Weke tê zanîn beriya du rojan agir bi kempeke penaberan ketibû û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest dabû.