Erdogan: Emê petrolê ji Îranê bistînin

Erdogan dibêje pêdiviya me bi petrola Îranê heye

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ragihand ku Tirkiye pêbendê dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê nabe.

Erdogan herwiha diyar kir ku rexmî dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê, vê Tirkiye berdewam be li ser kirîna petrol û gazê ji Îranê.

Erdogan diyar kiriye ku di warê petrol û gazê de Tirkiye xudan kêşe û pêdiviyên taybete lewre Tirkiye neçare ku ji Îranê petrol û gazê bistîne.