Mezintirîn kompaniya Brîtanî îflas kir

22 hezar kes karê xwe ji dest dan

Li gor çapemeniya Brîtanyayê kompaniya herî kevnar û mezin ya veguhastina asmanî ya Brîtanî a bi navê Thomas cook îflas kiriye.

Çapemeniya Brîtanyayê belav kir ku kompaniya han yaku 178 sale di warê veguhastina asmanî de kar dike, jiber qirîza darayî îflas kiriye û hewldanên rayedarên kompanî jî bo rizgar kirinê ti fêdeyek nedane.

Saziya veguhastina asmanî ya medenî ya Brîtanyayê jî diyar kiriye ku jiber îflas kirina Thomas Cook li Brîtanyayê 9 hezar û li seraserê cîhanê jî 22 hezar kes karê xwe ji dest dane.