Îsraîl porta S400 şikand

dibêje S400 nikare F 35an kifiş bike

Kanala NZIV ya Îsraîlî belav kir ku pergala berevaniya mûşekî ya S 400 a Rûsî nikariye balefirên F 35 yên Îsraîlî kifiş bike.

Li gor nûçeya kanala NZIV balefirên F 35 yên Îsraîlê li Sûriyeyê êrîşî ser çend navendên leşkerî yên çekdarên ser bi Îranê yên ku di bin berevaniya pegala mûşekî ya S 400 de bûne, kirine lêbelê ev pergala han nikariye balefirên F 35 kifiş bike û êrîşî wan bike.

Di berdewamiya nûçeya han de hatiye eşkere kirin ku heta niha balefirên F 35 çend caran bi ser asmana Dîmeşqê ve firîne û li hin deverên Sûriyeyê êrîş pêk anîne lêbelê S 400 nikarîne ew balefirên han kifiş bikin.