Demsala nû ya xwendinê destpê kir

Serokwezîr li Dihukê peyam pêşkêş kir

Îro li seraserê Kurdistanê demsala nû ya xwendinê destpêkir û bi hezaran Xwendekar li gel weliyên xwe çûne debistanan.

Zingila yekem ya demsala nû ya sala 2019an ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve li Dihukê hate lêdan.

Di merasîmê de ku wezîrê perwerde, Mamoste û hin rayedarên din  yên hikûmeta Kurdistanê jî têde beşdar bûn, Serokwezîrê Kurdistanê peyamek pêşkêş kir û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Xwendekaran û Mamosteyan kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku yek ji erkên herî serekî yê hikûmeta Kurdistanê girîngî dan bi perwerde, xwendin û bilind kirina asta perwerdeyî dibe.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hewl dide daku pêdiviyên xwendina hevçerx bo tevahiya xwendekar û debistanên Kurdistanê dabîn bike û asta xwendin û debistanan bilindtir bike. Niha li Kurdistanê me pêdivî bi 3500 polên din heye daku debistanên me ji du dewamî rizgar bibin û em hewl didin vê kêşeya han çareser bikin.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku di dema şerê terorîstên DIŞIê de rastî kêşeyên darayî hatin lê prosesa perwerdeyî ranewesta û dom kir jiber vê yekê lazime liwir spasiya Mamosteyan û aliyên têkildar bikim ku nehêştin prosesa perwerdehî di rojên dijwar de rawest.