Kerîm Lewî: Em guh nadin hikûmeta Îraqê

Serokwezîrê Îraqê îro hişdarî daye wan

Rêveberekî çekdarên heşda şebî radigehîne ku ew guh nadin hikûmeta Iraqê û dê şer dijî Amerîkayê bikin.

Parlamenter û rêveberê koma çekdarên Bedir ku beşeke ji heşda şebî ya herî mezin e Kerîm Lewî ji çapemeniyê re ragehand, xelkê Iraqê peyvendiya xwe bi bawerî û mantiqa Îranê re heye.

Kerîm Lewî got, eger şerê Îran û Amerîkayê derbikeve, ew wek heşdî şebî li benda razîbûn an jî nerazîbûna hikûmeta Iraqê namînin û dê biçin gel Îranê.

Rêveberê heşdî şebî amaje bi wê yekê jî kir, ku li gel egera derketina şer, heşdî şebî hêz û binkeyên dîplomatîk ên Amerîkayê li Iraqê dê bike armanc.

Hêjayê gotinê ye ku îro Serokwezîrê Îraqê ferman bi heşda şebî kiriye ku ji ser sînorê Siûdiyeyê vekêşe jiber mimkune bibin armanca êrîşên Amerîkayê.