Li Ezazê du teqîn pêk hatin

hin jî hijmara qurbaniyan nehatiye diyarkirin

Îro danê sibê li bajarê Ezazê yaku di destê çekdarên ser bi Tirkiyeyê deye, du teqîn pêk hatin.

Li gor jêderên çapemeniyê yek ji wan teqînan li navenda bajar û teqîna din jî li Rojhilatê bajar pêk hatiye.

Jêder behsa vê yekê dikin ku di encama teqînan de çend kes hatine kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.