Netanyahu di hilbijartina giştî de dîsa piranî bi dest ne anî

vê Likud hikûmeta hevpeymanî ava bike

Li gor encamên nefermî yên hilbijartina giştî ya Îsraîlê, Partîya Likud ya bi pêşengiya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piranî bi dest nexist.

Encam nîşan ddin ku Partiya Likud û Tifaqa Şîn û Sipî ya bi pêşengîya Benny Gantz, ku berê serfermandar bû, nêzî hev deng sitandine.

Di parlamana Îsrailê de, ku bi navê Knessetê tê zanîn, 120 kursî hene.

Li ber e ku Partiya Likud 31-33 û Tifaqa Şîn û Sipî jî 32-34 kursîyan bi dest xwe xwe.

Bi vî awayî bloka rastgir ya bi pêşengîya Netanyahu jiber ku piranî bi dest xwe nexistiye nikare koalîsyonê ava bike.

Encamên nefermî nîşan didin ku bloka rastgir 56 kursî sitandine û li hêlan din Tifaqa Şîn û Sipî û partîyên çepgir 43 kursî bi dest xwe xistine.

Di hilbijartina meha Nîsanê de Partîya Likud bûbû partiya yekê, lê jiber ku piranî bi dest nexistibû nikaribû bibe desthilat.

Voa