Nêçîrvan Barzanî beşdarî rêwresma perderakirina li ser peykerê Gandî li Hewlêrê kir
Duhê êwarê li Hewlêrê bi beşdariya Serokê herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Hindistanê, li parka Samî Ebdulrehman peykera Têkoşer û Serkirdeyê navdar yê Hindistanê Mehatma Gandî hate danîn.
Serokê herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Hindistanê bi hevre di merasîmekê de perde li ser peykerê Gandî ra kirin.
Ev merasîma han bi minasebeta 150 saliya ji dayikbûna Gandî hatibû organîzekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin