Amerîka piştîvaniya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dike

amerîka dibêje pêşkeftin di prosesa diyalogê de heye
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê civiya û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pêgeha xwe wisa behsa naveroka civînê kiriye;

Îro çarşem 18 Îlonê me pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew Tueller kir.

Di civînê de me behsa çend bijardeyan bo çareser kirina kêşeyên heyî bi awayek ku destûr bingeha serekî ya çareseriyê be pêşkêş kir û me anî ziman ku li ser çend astên cuda diyalog û giftûgoyên heyî li gel hikûmeta Îraqê didomin.

Ji aliyê xwe ve balyozê Amerîkayê behsa vê yekê kir ku Amerîka piştîvaniya lihev nêz bûn û danûstandinên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqa fedral dike û ew hest bi hebûna pêşkeftinê di prosesa diyalogê de dikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.