Boris Johnson beşdarî Preskonferansa hevpar nebû

jiber protesto kirinê di presskonferansê de amade nebû
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Luksemburgê Xavier Bettel re derneket preskonferansa hevpar.

Xwepêşandanerên li hember Brexitê dijî Boris Johnson slogan gotin.

Bettel di axaftina xwe de diyar kir ku Brîtanya tenê dixwaza bêpeyman ji Yekîtiya Ewrûpa (YE) û wekî din ti alternatîfan nabêje.

Bettel got: YE’ê wek zarokekî nehs nîşan nedin.

Johnson dide zanîn ku Brîtanya dê bi her awayî di 31’ê Cotmehê de ji YE’ê derkeve.

Bettel bi bîr xist ku dem hindik maye û got ku ‘’divê li şûna axaftinê tevger hebe.’’

Johnson ji hin rojnamevanan re da zanîn ku ew ji ber ‘’dengê zêde’’ beşdarî preskonferansê nebûye.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.