Neteweyên Yekbûyî: Cîhadî li Efrînê tawanên şer dikin

dibêje rojane tawanên cengî li dijî xelkê dikin

Komîteya Vekolînê ya Serbixwe û Taybet bi Sûrîyê ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye, raportek di derbara rewşa mafê mirovan de li Sûrîyê derxist.

Tevlîhevî û jihevketina rewşa ewlehî li Efrînê, di raportê de cihê xwe girtiye, nebûna serwerîya qanûnê hatiye destnîşankirin, herwiha zêdegavî û binpêkirinên diqewimin û kiryarên ku komên çekdar dikin weke tawanên şer hatine binavkirin.

Di raporta ku ji bo Meclîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dê were pêşkêşkirin, beşek taybet bi Efrînê heye.

Di xala hejmar 59an a raportê de hatiye zelalkirin ku binpêkirinên mafê mirovan li Efrînê ji alîyê çekdarên ku navê “Artêşa Niştimanî” li xwe kirine didomin. Ji van binpêkirnan kiryarên revandinê zêde ne û bi taybetî û zanebûn derheqê Kurdan de tên kirin.

Di xaleke din ya raportê de anku xala 62yê, qedexeya derbazbûna gelê Efrînê jibo malên wan hatiye eşkere kirin, ku komên çekdar û malbatên wan ve dest danîne ser mal û mulkê Efrînîyan û rê nadin wan da ku vegerin.

Di heman xalê de hatiye gotin ku cotkarên Efrînê nikanin herin nav baxçe û zevîyên xwe bê ku bacê yan beşekî ji berhema mûsiman bidin çekdaran.

Her di vê xalê de kolandin û dizîna cihên şûnwarî jî hatiye bi bîr anîn.

Rewşa jinan û fişarên li ser di xala 63an de hatiye dîyarkirin ku komên tundrê zêdegavîyan dijî jinan dikin û mafên wan binpê dikin.

Di derbara nebûna qanûnê de, raportê gotiye ku polîsên leşkerî û meclîsên xwecihî herwiha karbidestên Tirk guh nadin gilîyên qurbanîyan û naxwazin kiryarên çekdaran kontrol bikin.

Di xala 65an de raporta komîteya Neteweyên Yekbûyî daye zanîn ku hemû dezgehên rêvebirîyê, darizandinê û ewlekarîyê di destê desthilatdarên Tirk de ne, ku ew hemû endamên van dezgehan erkdar dikin, herwiha sîtemkarî û binpêkirina çêdibe çareser nakin.

Weke encam di beşê girêdayî Efrînê de raport gihiştiye wê yekê ku komên çekdar bi kirina tawanên şer sûcdar in.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Komîteya Vekolînê ya Serbixwe û Taybet bi Sûrîyê di meha Sibatê 2019an de dîsa raportek belav kiribû, di wê raportê de jî tekez kiribû ku komên çekdar li Efrînê ku ji 50 komî pirtir in bi tawanên şer sûcdar in.

Voa