Komxebata Eşîrên Kurdî destpê kir

dixwazên li dijî êrîşan bibin yek

Beriya niha bi çend kêliyan Komxebata Eşîreyên Kurdî bi dirûşmeya "Ji bo wefedariya bi şehîdan re berxwedana me ji bo parastina gelê me û destkefiyên me dewam dike"li bajarê Dêrikê destpê kir.

Komxebata eşîrên Kurdî li eywana Biradîs ê bajarê Dêrikê tê lidarxistin. Hezar û 200 delege ji eşîrên kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Kîkan, Ezîza, Omerî, Gabar, Şêxan, Deqorî, Beraza, Dazwanî, Hesarî, Keça, Teyî, Omerka, Cobira, Elîka, Mûsa Reşa, Mîra, Batawa, Baweliya, Hisna, Harûna, Mêrsinî, Xêrikan û Gebeka) beşdarî komxebatê bûne.

Her wiha nûnerên ji YPJ/YPG/QSD`ê, hêzên Ewlekariya Hundirîn, MSD, nûnerên ji saziyên civaka sivîl, Kongreya Star, partiyên siyasî, rewşenbîr û hejmareke ji mêvan û şêx û rûspiyên eşîrên erebî beşdarî komxebatê bûne.

Her wiha jin bi cilên xwe yên kurdî beşdarî komxebatê bûne.

Endamê Komîteya Amadekar Yûsif Hacî der barê lidarxistina komxebatên wiha got:"Armanca me ji komxebatê nîqaşkirina gefên dewleta Tirk û geşdanên dawî li ser qada siyasî, her wiha çawaniya jiyaneke aram di navbera pêkhateyên herêmê de ye."

Hacî di axaftina xwe de diyar kir ku armanca komxebatê yekrêziya kurdî der barê gefên dewleta Tirk a dagirker û komên çete li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Anha