Ferset Sofî bû Parêzgarê Hewlêrê

Berbijêrê PDKê bû

Îro civata parêzgeha Hewlêrê bi mebesta hilbijartina Parêzgarekî nû bo parêzgeha Hewlêrê civiya.

Di civînê de Berbijêrê partiya demokragta Kurdistanê Ferset Sofî yê ku beriya niha parlementer bû, karî piraniya dengên encamên civatê bidest bîne û bibe Parêzgarê nû yê Hewlêrê.