Serokwezîr û wezîrekî Îraqî civiyan

behsa çareser kirina kêşeyên heyî kir

Serokwezîrê Kurdistanê li gel wezîrê plandanan yê Îraqê civiya

Serokwezîr derbarê civînê de li ser pêgeha xwe ya fermî bi vê rengî behsa civînê kiriye;

Îro sêşem 10 Îlonê me pêşwaziya wezîrê plandanan yê hikûmeta Îraqê Nûrî Sebah Dêlmî kir.

Di civînê de me amadebûn û niyaz paqêjiya Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê diyar kir û hêviya vê yekê xwest serdemeke erênî û nû di têkiliyên navbera hikûmeta fedral û hikûmeta herêma Kurdistanê de destpê bike bi awayek ku hevbeşiya rastîn, hevsengî û lihev kirin li ber çavan re werin derbaskirin.

Ji aliyê xwe ve wezîrê plandanan behsa aramî û serkeftî bûna ezmûna herêma Kurdistanê kir û serkeftina herêma Kurdistanê bi serkeftin bo tevahiya Îraqê bilêv kir û anî ziman ku niha derfeteke baş heye bo ku tevahiya kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedralî li ser esasê destûrê werin çareserkirin.

Her di heman civînê de me behsa serjimêriya şêniyan kirk u biryare sala 2020an li Îraqê were kirin, hevdem ku bo kom kirina data û zaniyariyan serjimêrî girînge, lê me balkêşande ser vê yekê ku hikûmeta Kurdistanê têbîniyên xwe li ser mekanîzma cîhbicîh serjimêriyê hene jiber vê çendê lazime têbîniyên herêma Kurdistanê li ber çavan re werin derbaskirin û nabe serjimêrî weke karteke siyasî li dijî ti pêkhateyek were bikar anîn.