Xelkê Hong Kong daxwazek ji Serokê Amerîkayê kir

daxwaz dikin Hong Kongê rizgar bike

Xwpîşanderên Hong Kongî yên ku ev demeke dirêj bû li dijî qanûna radest kirina tawanbaran xwepîşandan kiribûn, armanca xwe guhertin û daxwazek pêşkêşî Serokê Amerîkayê kirin.

Xwepîşanderên Hong Kongî li berdem Konsulusxaneya Amerîkayê kom bûn û daxwaz ji Serokê Amerîkayê Donald Trump kirin daku Hong Kongê azad bike.

Hong Kongî diroşmeyên Serok Trump me azad bike, Hong Kong azad bike li berdem Konsulusxaneyê qiriyan.