Serokwezîr li gel nunera Sekreterê giştî yê NY civiya

li ser normalkirina rewşa Kerkûkê hemfikir bûn

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî bo karûbarê Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiya.

Di civînê de Serokwezîrê herêma Kurdistanê û  nunera NY behsa rewş û pêşhatên Îraq û deverê kirin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û anî ziman ku danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê didomin û armanca me eve daku bigehêjin lihev kirinek ku mafên me yên destûrî parastî bin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku rexmî nebaşiya rewşa abûrî ya Kurdistanê, lêbelê Kurdistan pêşwaziya hijmareke zêde koçber û penaber kiriye û li ser gehandina her cure xizmetgozariyek jî bo koçber û penaberan berdewam dibe.

Li ser rewşa Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê her du alî li ser cîhbicîh kirina madeya 140 û normal kirina rewşa wan deveran hemfikir bû.