Temellî: Serok Barzanî Serkirdeyekî gelek girîng û bibandore

Hevserokê HDPê behsa girîngiya rola Serok Barzanî dike

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî ragihand, Birêz Masûd Barzanî pêşeng û Serokekî Kurd ê girîng e û di çarçova siyaseta Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê de dixwazin pêwendiyê bi wî re bikin.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî li Hewlêrê ji rojnamevanan re axivî û ragihand, ji zû de me dixwast serdana Herêma Kurdistanê bikin, lê ji ber rewşa Tirkiyê û keşûhawaya siyasî ya neasayî, zehmet bû derfet bê dîtin.

Derbarê armanca serdanê de Temellî da zanîn: Ev serdan ji bo me gelekî girîng e ji ber ku li cîhanê pirsa herî girîng a Rojhilata Navîn e û çareserkirina pirsa Rojhilata Navîn girêdayî bi çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Siyaseta Cîhanê îro li Tirkiyê, Başûr û li Rojavayê Kurdistanê diyar dibe.

Herwiha got: Ji bo HDPê hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê û hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, xwedî berpirsyariyekê ne û ev serdana me berî her tiştî ji bo aştiyê bînin Rojhilata Navîn.

Amaje bi wê yekê kir: Serdana me jî pîrozbahiyê li Birêz Nêçîrvan Barzanî di erkê xwe yê nû wek Serokê Herêma Kurdistanê bikin û serkeftinê ji Parlemana Kurdistanê re bixawzin.

Hevserokê HDPê behsa rola Serok Barzanî kir û got: Birêz Masûd Barzanî pêşeng û serokekî Kurd ê girîng e û di çarçova siyaseta Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê de dixwazin pêwendiyê bi wî re bikin. Herwiha dixwazin pêwendiyê bi hemû aliyên siyasî û saziyên vî welatî re danûstandinê bikin.

Li ser pêwendiyên HDP û CHPê got: Hevpeymaniyeke me û CHPê nîn e, em li Tirkiyê têkoşînê bo aştî û demokrasiyê dikin û têkoşîna me bo aştiyê ne tenê di hundirê Tirkiyê de hatiye sînordarkirin. Aştî neyê Rojhikata Navîn, li cîhanê aştî nabe. Gelek aliyên siyasî di wê çarçoveyê de neçar in bi HDPê re tev digerin. Bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê divê hemû bi berpirsatî tev bigerin.