DIŞIê berpirsekî Heşda şebî kuşt

4 çekdarên din jî birîndar bûne

Çapemeniya Îraqê belav kir ku şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li parêzgeha Samerayê êrîşî ser xaleke çekdarên Seraya Selam ya ser bi tevgera Sedir yaku beşeke ji heşda şebî kirine.

Di encama êrîşa han de pevçûneke dijwar di navbera her du aliyan de qewmiye û di encama pevçûnê de berpirsekî çekdarên Seraya Selam hatiye kuştin û 4 çekdarên din jî birîndar bûne.