DIŞIê taktîka êrîşên xwe guhertiye

vê carê du ga bombe kirine

Jêderên ewlekarî yên Îraqê belav kirin ku DIŞI taktîkeke nû bo êrîşên xwe yên terorîstî bikar tîne û vê carê sewalan bombe dike û diteqîne.

Rayedarekî artêşa Îraqê ji çapemeniya Îraqê re gotiye ku duhê li parêzgeha Diyalayê terorîstên DIŞIê du ga bombe kirine û ber bi hêzên leşkerî yên Îraqê ve şandine.

Ev rayedarê artêşê diyar kiriye ku di encama teqandina wan her du gayan de leşkerekî Îraqî birîndar bûye.