Serokê Amerîkayê jiber bûyerekê serdana xwe hilweşand

barove hêdî hêdî nêzî eyaleteke Amerîkayê dibe

Biryar bû Serokê Amerîkayê Donald Trump bi mebesta beşdarî kirin li ahengên bîranîna 80 saliya şerê cîhaniya dudiyan serdana Polonyayê bike lêbelê ev serdana han hate hilweşandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser twitterê diyar kiriye ku jiber bahoz û baroveya mezin yaku li Oqiyanûsê destpê kiriye û hêdî hêdî berbi eyaleta Florîdayê ve diçe, serdana xwe bo Polonyayê hilweşandiye.

Trump gotiye ku baroveya  Dorian mezintirîn bahoz û baroveye jiber vê yekê av û xwarin bo xelkê Florîdayê şandine.