Polonya û Amerîka ser bicîhkirina leşkerên Amerîkî li hev kirin

NATO li Rojhilatê Ewrûpayê xwe bicîh dike

Wezîrê Berevanî yê Polonya Mariusz Blaszczak ragihand ku Polonya û Amerîka ser yekîneyên Amerîkî yên ku li Polonya bi cîh bibin, li hev kirin.

Blaszczak di preskonferansa hevbeş ya bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka John Bolton re da zanîn ku wan ser şeş herêman li hev kiriye û derbarê herêma heftan jî axifîne.

Bolton jî di axaftinê xwe de da zanîn ku Polonya yek ji hevalbendên herî girîng yên NATO û Amerîka ye.

Donald Trump dê bo pîrozbahiyên salvegera 80’yî ya Şerê Duyê ya Cîhanê serdana Polonya bikira lê wî ji ber Baroveya Dorian ew serdan betal kiribû.

Li şûna Trump, cîgirê wî Mike Pence beşdarî pîrozbahîyên li Polonya bû.

Rûsya di sala 2014’an de Qirim dagir kiribû û Amerîka dixwaze li hember wê bandora xwe ya li herêmê zêdetir bike.

Voa