Ehmed Esedî: Îsraîl berpirsiyarê êrîşane

dibêje hikûmet vê dozê li dijî Îsraîlê veke

Peyvdarê firaksiyona Fetih li parlementoya Îraqê Ehmed Esedî ragihand ku Îsraîl berpirsiyarê yekem yê wan êrîşane ku di demên derbasbûyî de li Îraqê bo ser heşa şebî hatine kirine.

Esedî behsa vê yekê kiriye ku hikûmeta Îraqê li ser wan êrîşan lêkokînên berfire kiriye û encamên wan lêkolînan diyar dikin ku Îsraîl berpirsiyarê yekem yê wan êrîşan e.

Esedî herwiha diyar kir ku niha hikûmeta Îraqê hewl bo kom kirina belgeyên pêwîst dike daku li netewên yekgirtî li dijî Îsraîlê dozê ve bike.