5 çekdarên heşda eşayirî hatin kuştin

daxwaza şandina hêzên zêdetir yên leşkerî bo deverê dike

Birêveberê bajarokê Xêrate ya li Romadî Îmad Mehdî ragihand ku duhê bi şev terorîstên DIŞIê êrîşî ser çekdarên heşda eşayirî kirine û di encama êrîşê de 4 çekdarên heşda eşayirî hatine kuştin û çekdareke din jî birîndar bûye.

Îmad Mehdî herwiha daxwaz ji aliyên têkildar kir daku hêzeke zêdetir ya ewlekarî û leşkerî bişînên deverê daku rewşa deverê kontrol bikin.