Du leşkerên Îraqî hatin kuştin

direngiya şevê êrîş kirine

Di encama êrîşa terorîstên DIŞIê de du leşkerên Îraqî hatin kuştin.

Li gor jêderên ewlekarî duhê direngiya şev, terorîstên DIŞIê li sînorê Xaneqînê êrîşî ser leşkerên artêşa Îraqê kirine û şer û pevçûn di navbera her du aliyan de qewmiye.

Jêder behsa vê yekê kirin ku di encama pevçûnê de du leşkerên Îraqî hatine kuştin.

Weke tê zanîn ev demeke ku terorîstên DIŞIê lêv û tevgerên xwe li hin deverên Îraqê bi taybetî deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê zêdetir kirine.