Bo cara yekem li Kurdistanê bi rêya Helimê elektirîk tê berhm anîn

bi enerjiya helimê vê elektirîkê çê bike

Wezareta elektirîkê ya hikûmeta Kurdistanê belav kir ku duhê şandeke wezareta elektirîkê li gel rayedarên kompaniya Boscoya Koreya Başûr re civiyaye.

Di civînê de her du alî behsa çawetiya çareser kirina kêşeya elektirîkê li herêma Kurdistanê kirine.

Hikûmta Kurdistanê daxwaz ji şanda Koreya Başûr kiriye daku her du navendên hêlbirîna elektirîkê yên li Xebatê yên ku bi enerjiya helimê kar dikin bixe ger.

Şanda Korî jî soza vê yekê daye daku di demeke nêz de ev her du navendên han bicerbîne û di demeke nêz de dest bi hêlbirîna 300 mg elektirîkê bi rêya enerjiya helimê bike.