Amerîka bersifa heşda şebî da

dibêje bila ji rayedarên Îraqê bipirse

Piştî ku berpirsên heşda şebî îdîaya vê yekê kiribûn ku Amerîka 4 balefirên bê pîlot yên Îsraîlî bi rêya Azarbayicanê aniye Îraqê û di nava balefirên hevpeymaniya cîhanî de bicîh kiriye û bi vê rengî çavdêrî li ser heşda şebî dike, rayedarekî wezareta derve ya Amerîkayê hate deng.

Ev rayedarê wezareta derve ya Amerîkayê diyar kir ku Amerîka li ser daxwaza Îraqê û li gor zagonên Îraqê hêzên xwe li vê welatî bicîh kiriye.

Ev rayedarê han herwiha diyar kiriye ku lazime heşda şebî derbarê wan zaniyariyan de pirsiyar ji hikûmeta Îraqê bike.

Weke tê zanîn ev çendîn care navendên çekdarên heşda şebî û Îranî li Îraqê tên bordimankirin û Îsraîl jî du caran ev yek qebûl kiriye ku navednên heşda şebî yên ku çekdarên Îranî tê de bûne bordiman kiriye.