Wezîra Berevaniya Almanyayê li Hewlêrê serdana leşkerên Almanî kir

duhê bi şev serdana Hewlêrê kiribû

Wezîra Berevaniya Almanya, Annegret Kramp-Karrenbauer li Hewlêrê ye û îro li gel berpirsên Herêma Kurdistanê dicive. Annegret Kramp-Karrenbauer herwiha serdana fêrgeha leşkerî ya welatê xwe ya li Hewlêrê kir.

Wezîra Berevaniya Almanyayê, Annegret Kramp-Karrenbauer tevî Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî, General Ezîz Weysî li Hewlêrê serdana fêrgeheke leşkerî ya wî welatî kir, ku şêwirmendên almanî têde rahênanê bi Hêzên Pêşmerge dikin, û li wê derê li gel fermandeyên Hêza Pêşmerge û Şêwirmendên Leşkerî yên welatê xwe civiya.

Herwiha biryar e îro piştî nîvro Annegret Kramp-Karrenbauer li gel herdu wezîrên Pêşmerge û Navxwe yên Herêma Kurdistanê jî bicive.

Wezîra Berevaniya Almanyayê piştî hevdîtin û civînên xwe yên li Herêma Kudistanê, dê konferanseke rojnamevanî saz bike û têde naverok û armanca serdana xwe bo Bexda û Hewlêrê aşkere bike.