Wezîrê navxwe yê Kurdistanê û wezîra berevanî ya Almanyayê civiyan

behsa çend mijarên taybet kirine

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Hewlêrê de îro wezîra berevanî ya Almanyayê li gel wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê civiya û di civînê de her du alî behsa çend mijarên girîng yên di navbera Kurdistan û Almanyayê de kirin.

Wezîra berevanî ê ya Almanyayê ligel şandekê li Hewlêrê ye û piştî ku ew bi Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiyabû, piştre hejmarek çalakvanên Êzidî dîtin û serdana Navenda peerwerdehiya Leşkerî jî kir.

Wezîra berevanî ya Almanyayê serdana şêwirmend û leşkerên welatê xwe li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî kir.

Şanda Almanî bi hevdîtin û civînên xwe berdewam e û biryar e bi Wezareta Pêşmerge û berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re jî bicive.

Almanya di şerê li dijî DIŞIê de bi çek û keresteyên leşkerî û bi taybetî bi çekê Mîlan û bi riya şêwekar û rahênankarên leşkerî hevkariya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir.