Cebelxaneyeke heşda şebî hate teqandin

tê gotin balefir êrîşî ser vê navendê kirine

Li gor jêderên nûçeyan duhê bi şev cebelxaneyeke mezin ya çekdarên heşda şebî ya li navenda Beled hatiye teqandin.

Hin jêder behsa vê yekê dikin ku ev cebelxaneya han jiber êrîşa balefirên şer hatiye teqandin û hinek aliyên din jî behsa vê yekê dikin ku ev cebelxaneya han jiber topbaran kirinê hatiye teqandin.

Navenda leşkerî ya Beled 80km li Bakûrê Bexdayê ye û ji aliyê çekdarên heşda şebî ve tê bikaranîn.