Di roja Erefeyê de jî rehim bi kolberên Kurd nekirin

duhê di roja erefeyê de hatiye kuştin

Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê duhê şemê li sînorê bajarê Xoy ya li Rojhilatê Kurdistanê, çekdarên ser bi rejîma Îranê li ser rêya kolberên Kurd kemînek danîne û êrîşî ser kolberên Kurd kirine.

Jêder behsa vê yekê kirin ku di encama êrîşa han de kolberekî Kurd yê bi navê Reza Îbrahîmî xelkê gundê Kerkûş canê xwe ji dest daye.

Weke tê zanîn duhê jî jêderên têkildar belav kiribûn ku di nava sê rojan de 6 kolberên din yên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.