Balefira ketî balefireke sîxûrî bûye

roja çarşemê ketiye erdê

Rojnameya Şerq Elewset ji zarê çavkaniyeke bawermend ya ewlekarî derbarê ketina balefira bêpîlot ya Amerîkî li Bexdayê, zaniyariyek belav kir.

Li gor jêderê, ev balefira ku du roj beriya niha li devera Rezwaniye ya li nêzî balefirxaneya Bexdayê ketiye, balefireke sîxûrî bûye û rokt jî têde hebûne.

Roja çarşemê hevpeymaniya cîhanî diyar kiribû ku balefireke wan jiber şaştiyeke teknîkî ketiye û pişt re artêşa Îraqê ev balefire vegerandiye.