Îraq deriyeke xwe ya sînorî li gel Îranê daxist

di destê tevgera Bedir de bûye

Bi fermana Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî deriya sînorî ya di navbera Îran û Îraqê de ya Mendelî li Diyalayê hat daxistin.

Li gor jêderan Serokwezîrê Îraqê jiber bêdahatiyê û aloziyên heyî yên di navbera aliyên navxweyî yên Îraqê li ser vê deriyê, fermana daxistinê der kiriye.

Jêder behsa vê yekê dikin ku li Diyala tevgera Bedir baladeste û dahata deriyê jî ku nêzî 600 heta 700 miliyon dînare, heta niha ji aliyê vê tegerê ve hatiye birin lewre Serokwezîr biryara daxistinê daye.