Muqteda Sedir gef li berpirsên tevgera Sedir kir

dibêje lazime vegerin ser rêya rast

Muqteda Sedir dibêje lazime vegerin ser rêya bav û kalan.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di civîneke li gel hejmarek alîgirên tevgera xwe de ragehand, ew tiştên ku berpirsên ser bi tevgera Sedir dikin, ji exlaqê bav û bapîrên wan dûr e.

Muqteda Sedir gef li hemû berpirs û rêveberên tevgera xwe kir, ku eger venegerin ser rêya rast, wê demê dê ew bi tena serê xwe li hember wan raweste.