Talîban bang li gel dike ku neçin ser sindoqên dengdanê

dibêje bila xelk hilbijartinan baykot bike

Talîbanê bi daxuyaniyekê bang li gelê Afxanistanê kir ku bo hilbijartina Seroktiyê neçin ser sindoqan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê gel li şûna hilbijatinê divê bala xwe bide ser hevdîtinên bi Amerîka re.

Karbidestên Amerîka û nûnerên Talîbanê ser vekişîna hêzên biyan yên li Afxanistanê ew demek e danûstandinan dikin.

Talîban dide zanîn ku ger leşkerên biyan ji Afxanistanê vekişin ewê li wî welatî rê nedin rêxistinên terorê.

Wê rêxistinê ser hilbijartina Serokkomariyê ya Afxanistanê got ku sextekarî û xapandin e.

Hilbijartin dê di meha pêş de li dar kar kevin û li bere ku Serokkomarê niha Eşref Ganî careke din bi ser keve.

Talîbanê di daxuyanîyê de bang li gel kir ku ji qadên sîyasî û mîtîgan dûr bikevin.

Voa